YNK: Paşxistina hilbijartinê wê bandoreke nebaş li herêmê bike

Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê Rizgar Hacî da zanîn ku partiya wan li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

Rizgar Hacî diyar kir ku wê paşxistina hilbijartinê bandoreke nebaş li ser fermiyeta statuya Herêmê bike.

Hacî diyar kir YNK li gel wê yekê ye, ango pêreye ku hilbijartinê Başûrê Kurdistanê di dema xwe de bê kirin û got:

YNK di mijara paşxistina hilbijartinê de, bi tu aliyan re lihevkirinek nekiriye û ne amadeye ku hevdîtinên derbarê paşxistina hilbijartinê de bi tu aliyan re bike.

Ji ber ku paşxistina hilbijartinê wê bibe sedema derketina alozî û pirsgirêkên mezin.”

Hêjayî gotinê ye biryare 10’ê Hezîrana 2024’an, hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk were.

Lê PDK hewil dide hilbijartin pêkneyê ji ber vê tevlîbûna hilbijartinê jî redkiriye.

Heta PDK’ê ji Iraqê daxwaz kiriye ku YNK’ê jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bike.

Lê YNK heta niha jî li ser mijara lidarxistina hilbijartinê ya di demê wê de, bi biryare.

Back to top button