Amedspor bû şampiyonê Koma Sor a Lîga 2.

Hesretek dirêj ya Amediyan, îro bi serketinekê pêk hat.
Amedspor di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de bû şampiyon.
Bi sedhezaran ji bo temaşkirina matçê li hindirê stadyum û derveyî wê amade bûn.
Serketina Amedsporê li bakur û rojavayê Kurdistanê bicoş hate pîrozkirin.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de têdikoşe, bû şampiyon.

Amedspor di koma xwe de bi girtina 81 puanî şampiyoniya xwe pîroz kir.

Kastamonuspora bi 78 puanan di rêza duyemîn de ma.

Amed bi ferqa 3 puan û 10 golan li pêşiya Kastamonusporê lîg di rêza yekem de cihê xwe parast.

Kapasiteya Stadyuma Amedsporê ya 33 hezar kesî dihewîne, ji bo matça şampiyonê kêm ma.

Bi sedhezaran kesî daxwaza temaşekirina serketina tîma xwe dikin.

Ji bo kesên di stadê de cih nedîtin jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Parkorman û Qada Kentê de ekranên mezin hatin danîn.

Bi hezaran alîgir ji bo maçê temaşe bikin herikîne van qadan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan jî ji bo temaşekirina matçê li stadyumê bû.

Amedspor îro saet 15:00 an tîma Îzmîrê Menemensporê hatin pêşberî hev.

Di matça ku bi hêza şampyonê Amedsporê leyîstî de, 90 deqeyên bi coş hatin leyîsitin.

Hîna deqeyên dawiyê dihat leyîstin de, alîgirtên Amedspor dest bi pîrozbahiyên serketinê kirin.

Amedspor piştî ku hefteya borî li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket li bajêr coşeke gelekî zêde pêk hat.

Bi fîrika dawî ya hate lîdan re, şahiyên pîrozbahiyê despê kir.

Êdî Amedspor di werza nû de wê li Lîga 1. a Tirkiyê bileyîze.

Ev serketin li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi coş hate pîrozkirin.

Back to top button