Şampiyon Amedspor!

Amedspora ku ji roja hatiye damezrandin heta niha rastî êrişên nîjadperest, ceza, êrîş, tehdîd û çewsandinê tê, şampiyoniya ku ev 12 sal in hesreta wî ye bi dest xist.
Amedspor di maça krîtîk a bi Somasporê re bi ser ket û hilkişiya lîga 1. a Tirkiyê.

Ewil kêliya golê biherikîne- 1:03.00 şûnde

Amedspor ku li Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) dilîze, îro li sehaya Somasporê derket maça şampiyontiyê.

Maç saet 15.00’an dest pê kir.

Di 45 deqeyên despêkê de ti tîmekê gol ne anî.

Bi despêkirina dewreya duyemîn re, Amedspor di deqeya 49’an de bi gola Oktay Aydin 1-0 derket pêş.

Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û Amedspor bi ser ket.

Amedsporê bi vê serkeftinê re puana xwe kir 80 û şampiyontiya xwe misoger kir.

Êdî Amedspor demsala nû ya bê de, wê di nava liga 1. a Tirkiyê de bileyîze.

Ji tîmekê zêdetir: Amedspor

Amedspora ku ji roja hatiye damezrandin heta niha rastî êrişên nîjadperest, ceza, êrîş, tehdîd û çewsandinê tê.

Bi vê serkeftinan bidest xistî, hesreta 12 salan bidawî kir.

Amedspor di 18’ê Tebaxa 1976’an de bi navê Melikahmetspor hate damezrandin.

Ekîban bi desteka binesaziya şaredariyê serkeftineke bêhempa bi dest xist û gav bi gav ber bi serkeftinê ve bilind bûn.

Herî dawî 2014’an de navê tîmê wek çalakiyên Sporî yên Amedê hat guhertin.

Lê li ser vî navê kurdî yê bajêr e Federosyona Futbolê a Tirkiyê TFF’ê bê bersiv ma.

Di dawiyê de, TFF Tebaxa 2015’an ev nav pejirand.

Piştî girtina navê Amed ê, pêkanînên cihêkarî û derqanûnî yên li hemberî wê bi lez û bez zêde bûn.

Amedspor dema ku bû hedefa aktorên siyasî, lîstikvan û rêveberên wê di hemû maçên li derve de rastî êrîşên fîzîkî hatin.

Mînaka vê ya herî şînber a demê nêz, 5’ê Adara 2023’an li Bursayê pêk hat.

Di qada maçê de alîgirên Bursasporê gelek caran dirûşmeyên nîjadperestî qîriyan, pankarta li ser ala Tirkiyê vekirin.

Her wiha posterên Mahmut Yildirim ê bi koda “Kesk” û “Torosa Spî” ku kujerê bi hezaran Kurd e vekirin.

Back to top button