Rêveberiya Xweser têkildarî rapora Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da

17’ê Nîsana 2024’an Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek bi sernavê “Piştî têkbirina DAIŞ’ê, li girtîgehên bakur û rojhilatê Sûriyê zilm, îşkence û mirin” weşandibû.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî têkildarî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev tişt got: Ekîba rêxistinê serdana girtîgehên DAIŞ’ê nekiriye
Diyar e di rapora xwe de gotinên endamên DAIŞ’ê yan şandeyên wan ên li derveyî girtîgehan esas girtiye.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daîreya Rêveberiyê di daxuyaniyê de weha got:

Di raporê de behsa pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê yên di girîgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de kiriye.

Her weha qala rewşa jin û zarokên di kampan û navendên rehabîlîtasyonê de kiriye.

Di raporê de Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên dozgerî, ewlehî û leşkerî bi pêkanîna sûcên şer û sûcên dermirovî hatiye tawanbarkirin.

“Rêveberiya Xweser nahêle qanûnên wê werin binpêkirin”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew rêzê dide pîvanên xwe û nahêle qanûnên wê werin binpêkirin û got:

“Rêveberiya Xweser kiryarên derqanûnî qedexe dike û li gorî qanûnên navneteweyî tevdigere.

Ger rewşên êşkenceyê û muameleyên xirab di girtîgan de hebin ew kiryarên ferdî ne û

Gerî îsbat hebin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin, ew ê sûcdar werin muhesebekirin.”

“Rêxistina Efûyê serdana girtîgehên ji aliyê QSD’ê ve tên birêvebirin nekiriye”

Rêveberiyê da zanîn ku heta niha Efûya Giştî ya navneteweyî serdana girtîgehên li kampa Sînî ya li Şedadê û girtîgeha Panorama ya li Hesekê nekiriye.

Ji ber vê yekê diyar e ku ekîba Rêxistina Efûyê agahiyên di rapora xwe de dispêre gotinên DAIŞ’iyan an jî şaneyên wê yên veşartî yên li derve.

“Cudakirina zarokan li gorî peymana Cinêvê û qanûnên Rêveberiya Xweser e”

Rêveberiyê têkildarî mijara cudakirina zarokan ji dayîkên wan destnîşan kir ku ew li gorî madeya 9’an a Peymana Cinêvê ya Parastina Mafên Zarokan tevdigerin û ev tişt anî ziman:

“Em ji bo berjewendiyên zarokan wan ji dayîkên wan cûda dikin û dişînin navendên rehabîlîtasyonê.”

“Divê mekanîzmayên hevpar hebin da ku DAIŞ nebe metirsî”

Rêveberiyê diyar kir ku ew amade ne ku ew bi Rêxistina Efûyê ya Naneteweyî re tevkariyê bikin û got:

“Di encama tevkariya me ya bi civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî re me serkeftina leşkerî li dijî DAIŞ’ê mîsoger kir.

Divê em ji bo rewşa li kampan û girtîgehan jî heman tevkariyê bidomînin,

Ji bo ku DAIŞ nebe metirsiyeke herêmî û navneteweyî divê em mekanîzmayên hevpar peyda bikin.

Ger em tedbîrên qanûnî û dozgerî ji bo hesabpirsîna ji endamên DAIŞ û pêkanîna edaletê ji qurbaniyan re pêk neynin.

Em nikarin bêjin ku me mîrasa DAIŞ’ê qedandiye.”

Back to top button