Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê diyar kir ku dewleta Tirk li şirîkan digere da ku şerê li dijî Kurdan bike.
Her wiha Kadar Pîrê Bexda û Hewlêr hişyar kirin ku dewleta Tirk axa Iraqê aîdî xwe dibîne û got PKK li pêş van timayan disekine û divê çareseriyeke adil bi diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan ji doza Kurd re bê dîtin.
Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de tevgerên xwe li qada Iraqê zêde kirin.
Piştî serdana rayedarên îstixbaratê û Wezareta Karên Derve yên Tirk ji bo Bexda û Hewlêrê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan serdana wir kir.
Gerînendeyê Navenda Kurd Sînornenas Kadar Pîrê têkildarî mijiarê got:
“Serdana dewletan û pêşxistina têkiliyên di navbera welatan de, normal e. Lê ya ne normal ew e ku ev serdan piştî 13 salan pêk were.
Di wê demê de artêşa Tirk bi rihetî di nava axa Iraqê de digere, balafirên wê welatiyên Iraqê yên Kurd û Ereb dike hedef û dikuje. Rayedarên Tirk di daxuyaniyên xwe de rêzê ji serdestiya Iraqê re nagirin.”
Kadar Pîrê di domdariya nirxandinê xwe de got:
“Krîza aboriya têkçûyî, sedema tawîzdayîna Erdogan û çûyîna wî ya ji bo Bexda û Hewlêrê re ye.
Xala girîng a serdanê ew e ku Erdogan dixwaze di şerê li dijî Kurdan, PKK û gerîla de şirîkan bibîne, ji ber ku hewldanên wî yên berê bi bin ketin.”
Kadar Pîrê: Tirkiye piştgiriya ji aliyê Kurd û Ereb dixwaze ji bo ku şerê PKK’ê bike
Kadar Pîrê bang li Hewlêr û Iraqê kir ku dewleta Tirk rêzê ji serdestiya her duyan jî nagire û wiha pêde çû:
“Tirkiye piştgiriya ji aliyê Kurd û Ereb dixwaze ji bo ku şerê PKK`ê bike.
Ew dixwaze destpêkê PKK`ê tune bike, dure serdestiya Iraqê bi taybet serdestiya Başûrê Kurdistanê têk bibe.
Ji ber ku dewleta Tirk Başûr wek wîlayetek girêdayî xwe dibîne.”
Kadar Pîrê: Çareserî diyaloga bi rêber Abdullah Ocalan re ye
Gerînendeyê Navenda Kurd Sînornenas Kadar Pîrê wiha bi dawî kir:
“PKK û gerîla ji bo têkbirina plan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker, parastina Başûrê Kurdistanê yan jî serdestiya Iraqê xala hêzê ya yekemîn e. Ji bo çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê, divê Tirkiye bi rêya Îmraliyê û diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan, dest bi dan û standinên rasterast li gel fermandarên vê partiyê bike.”



