Jina Fransî ya ku keça Êzidî kiribû kole, bi sûcê ‘jenosîdê’ tê darizandin

Jineke Fransî ya bi navê Sonia ji ber sûçên ku li dijî keçeke Êzîdî kiriye li Fransayê tê darizandin.
Jina DAIŞ’î dema li Sûriyê bû keçeke Êzidî kiribû kole.
Parêzerê jina ciwan a Êzîdî diyar kir ku eger dadwerê lêkolînê biryarê bide ku Sonia li dadgeha tawanên bilind bê dadgehkirin, doz wê bibe dadgeha yekem ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê tê darizandin.

Jineke Fransî ya bi anvê Sonia M. ji ber sûçên ku li dijî keçeke Êzîdî kiriye li Fransayê tê darizandin.

Sonia M.dema li Sûriyeyê bû keçeke Êzidî kiribû kole.

Ew jin bi sûcdariya li dijî mirovahiyê û jenosîdê hat tawanbarkirin.

Sonia M. hevjîna emîrekî berê yê DAIŞ’ê bû û ji Sûriyeyê vegeriyabû Fransayê.

Di 14’ê Adarê de li Fransayê bi sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê hat tawanbarkirin.

Tê gumankirin ku jina Fransî keçeke Êzidî kiriye koleyê xwe.

Hate diyarkirin ku keça Êzidî ya ku îro 25 salî ye, dema ji aliyê berpirsê operasyonên derve yên çeteyên DAIŞ’ê Abdulnasir Benyusuf ve hatiye kirîn, 16 salî bû.

Jina ciwan a Êzîdî piştî ku di Tebaxa 2014’an de ji Başûrê Kurdistanê hatibû revandin, ew firotibûn malbateke DAIŞ’ê.

Rojnameya Le Parisien û AFP’ê de jî gotinên keça Êzîdî ya ku rastî îşkenceyê hatiye weşandin.

Li gorî nûçeyê, di danişîna Sibata borî de, jina Êzîdî gotiye:

“Di bihara 2015’an de zêdetirî mehekê li Sûriyê hatim girtin.

Bêyî destûra Sonia M.min nikaribú tiştekî bixwim, vexwe û serê xwe bişûm.

Wê çend caran tundî li min kir.

Wê bixwe jî dizanibû ku hevjînê wê destdirêjî li min kiriye.”

Sonia M. a ku di 14’ê Adarê de ji aliyê dadwerê lêpirsînê yê antî-terorê ve hat pirsîn, îdia kir ku wê îstîsmar nekiriye û qebûl kir ku mêrê wê yê berê tenê carekê destdirêjî keça Êzidî kiriye.

Parêzerê jina ciwan a Êzîdî Romain Ruiz diyar kir ku eger dadwerê lêkolînê biryarê bide ku Sonia M. li dadgeha tawanên bilind bê dadgehkirin, doz dê bibe dadgeha yekem ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê tê darizandin.

Back to top button