Li Kantona Reqa, Tebqa û Minbicê xebatên pêşhilbijartinan pêk hatin.
Li Dêrazorê jî komîteya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hat avakirin.
Kombûna Jinên Zenûbiya beriya hibijartina 30’ê Gulanê namzetên xwe bi rêya pêşhilbijartinê diyar dike.
Di vê çarçoveyê de, li Kantona Reqayê ji bo diyarkirina namzetên xwe pêşhilbijartin li dar xistin.
Li Kantona Tebqa jî pêşhilbijartin pêk hat.
Di encama pêşhilbijartina li Kantona Minbicê pêk hatî de, Bêrîvan Derwîş bi girtina 679 dengan bû namzeta Kombûna Jinan a Zenûbya ya.
Maha Hec Elî bi girtina 186 dengan cihê xwe di rêza duyemîn girt.
Namzeta Hevserokatiya Şaredariyan ya Minbicê Bêrîvan Derwîş axivî û got:
Armanca me ji bo pêkanîna xizmeta ji gel re ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 25’ê Nîsanê Kombûna Jinan a Zenûbya û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ragihandin ku ew ê bi tifaqê beşdarî hilbijartina şaredariyan bibin.



