Partiya Kesk û Tevgera Nûjen bi tifaq tevlî hilbijartinan bûn

Partiya Kesk a Demokrat û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bi daxuyaniyekê beşdariya xwe ya li hilbijartinên şaredariyan eşkere kirin.
Hate gotin: “Divê her kes xwedî li vê qonaxê derkeve û berpirsyariyên xwe bicih bîne.”

Daxuyanî ji aliyê berpirsiyarê Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Nûjen a Kurdistanê Ebd El Xenî Omer ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

“Tevî qonaxa hestiyar ku herêmê tê re derbas dibe jî, lê ji bo bicihkirina demokrasiyê li herêmê, berî demekê Rêvberiya Xweser hilbijartinên şaredariyan ragihand.

Em jî wek Partiya Kesk a Demokrat û Tevgera Nûjen a Kurdistanî bi hev re di nava tifaqekê de, beşdariya xwe ya ji hilbijartinan radighînin.

Ev tifaq li pêşiya hemû partî û kesayetên ku dixwazin tevlî bibin û di pêşketina xizmetguzariya li herêma me de xwedî rol bin, vekirî ye.

”Xwedî li vê qonaxa hesteyar derkevin”

partiyan got, em bi hêvî ne hemû kes dengê xwe bi azadî pêk bîne û piştgirtiya vê tifaqê bike.

Divê her kes xwedî li vê qonaxê derkeve û berpirsiyar be.”

Back to top button