Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû

Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo konferansek li dar xist.
150 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûn.
Jinan di encamnameya konferansa xwe de li ser zêdekirina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de li ser hev kirin.

“Jin Jiyan Azadî, Ber bi Şoreşa Jinê ve” bi vê dirûşmê Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo konferansek li dar xistin.

150 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûn.

Konferans li ser du xalên girîng, modernîteya demokratîk û rêxistinkirina jinên ciwan di nava netewa demokratîk de pêk hat.

Konferas piştî guhdarkirina peryamên jinên cîhanê û nîqaşkirin û nirxandina herdu mijaran bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameya konferansê de, yek ji biryarên hatîn girtin, di bingeha hemû xebat û fikirandin xwe de, esas girtina azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Di bin diruşmeya (Jin, Jiyan, Azadî, Piştgiriya Azadiyê) ji Sûriyê dest pê dike û digihêje Rojhilata Navîn, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, avakirina eniyek rêxistinkirinê.

Her di heman çarçoveyê de, li Rojava li ser asta Rojhilata Navîn pêşbaziyek werzîşê organîzekirin.

Her wiha ji bo têkoşîn û avakirina pergala jinên ciwan, pêkanîna çalakî û xebatên ku ji bo avakirina konfederalîzma jinên ciwan ên Sûriyeyê jî bê armanckirin.

Piştî xwendina encamnameyê nameyek ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo jinên ciwan ên Kenyayê hatiye nivîsandin jî hat xwendin.

Konferans bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button