Li Darfûra Sûdanê, di êrîşa milîsên Cinjiwîd a li ser bajarokê Krînîkê de, zêdeyî 200 sivîlî jiyana xwe ji dest da..
Duh, Milîsên Cinjiwîd, bi 150 kamyonan ketin bajarokê Krînîk û bêyî ferqê bixin navbera sivîl û hêzên leşkerî de, xelk gulebaran kirin..
Hat ragihandin zêdeyî 200 sivîl hatin kuştin û paşê malên wan hatin şewtandin û sewalên wan hatin telefkirin..
Di daxuyaniya ku xebatkarê nexweşxaneya Kreînîkê dayî de, tê gotin ku gelek birîndar di nexweşxaneyê de ne û dibe hêjmara kuştiyan jî zêdetir be..
Hêjayî gotinêye ku di demên dawî de di navbera milîsên alîgirê hikûmeta herêma Darfûrê û serhildêran de şer li Sûdanê dijwar bûye.