Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbicê li dijî êrişan konê çalakiyê veda

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûr û hevkariya PDK’ê zêde dibin. Îro jî sazî û rêxistinan bi daxuyaniyan êrişên li dijî gerîla şermezar kirin û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla hat dayîn.

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kurdistanê û her wiha êrişên li ser herêmê nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Li Minbicê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî, li dijî êrişên dagirkeriyê konê çalakiyê hate vedan.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê îro serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê ji hêla endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî Ehmed Cemîl ve hate destpêkirin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî Ebo li çalakiyê axivî û got,

Tirkiyê her dem herêmên me dike armanc ji ber em xwedî projeyeke demokratîk in.

Çalakiya konvedanê wê sê rojan dewam bike.

Dayikên Gerîla: Êrişên li ser Başûr li ser tevahiya hebûna Kurdan e

Dayikên gerîla ênli Helebê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla şermzar kir.

Dayikên gerîla gotin ku êrişên dewleta Tirk li ser başûr ne tenê dijî PKK’ê, li dijî hebûna tevahiya gelê Kurd e.

Dayikan di dawiyê de bang li malbatên pêşmergeriyan kir ku bila zarokan wan di şerê birakujiyê de nebin hevkar û piştgiriya berxwedana gerîla hat kirin.

Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan li Helebê bang li aliyên siyasî kir li dijî êrişan bi erka xwe rabin

Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan a Helebê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser başûr û Şengalê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên siyasî yên Kurdistanî hate kirin ku li dijî van êrişên ku hebûna Kurdan hedef dike bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin.

Rêxistinên civaka sivîl li tebqayê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir

Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneweyî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û êrişên li ser herêmê rawestînin

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dêrazorê bang li ciwanan kir li dijî êrişan serferber bin

vgera Ciwanên Şoreşger li dêrazorê bang li ciwanan kir li dijî êrişan serferber bin

Li rojavayê Dêrazorê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûrî bi daxuyaniyekê êrişên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang gelê û bi taybet ciwanan hate kirin ku li djî êrişan seferber bin.
26-4-2022-baian-Tabqa

Back to top button