Piştî demek dirêj, careke din artêşa Îsraîlê êrişî xaka Sûriyê kir.
Herî dawî êrişî cihên leşkerî li Parêzeha Derayê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî parêzgeha Derayê kirin.
Li gorî çavdêriyê herêma Til Cabiya, Til Cimûi û Til Eştera yên gundewarên rojavayê Derayê bûn armanca êrişê..
Li herêmên navborî cihên leşkerî yên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê hatin bombebaran kirin.
Ev êriş piştî êrişa Çekdarên Hizbullaha Lubnanî ya girêdayî Îranê li dijî Colan pêk hat.
Heta niha der barê kuştî û birîndaran tu agahî nehatine bidestxistin.
Hikumeta Şamê jî li ser vê êrişê tu helwest nîşan neda.