Li Minbicê paketên alîkariyê hatin belavkirin

Li Minbicê beşa yekemîn a pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin

Di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsê de şêx û rûspiyên bajarê Minbicê pêngava komkirina alîkariyan ji bo malbatên hewcedar daye destpêkirin.

Di pêngavê de zêdeyî 60 milyon lîreyên sûrî hate komkirin. Bi van pereyan madeyên xwarinê hatin kirin.

Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê beşa yekemîn a alîkariyên ku şêx û rûspiyan kom kiribû li malbatên hewcedar belav kir.

Alîkarî li gorî lîsteya navên malbatan a ji aliyê komîteyan ve hatibû amadekirin pêk hat.

Alîkar ji “Zeyt, şekir, birinc, makeron, nîsk, çayê, dimsa bacana û penêr” pêk tê.

Pêngava eşîran a komkirina alîkariyan ta bidawîbûna qedexeya derketina derve dewam e.

Back to top button