Cenazeyê yek ji qurbaniyên teqîna Qamişlo Amir Mihemed Seîd El-Elî ku ji bo dermankirinê şandibûn Başûrê Kurdistanê û li wir şehîd ketibû gihişt Rojava.
Cenazeyê ciwanê bi navê Amir Mihemed Seîd El-Elî ku di teqîna Qamişlo ya 11’ê Mijdarê de birîndar bûbû û piştî ku rakirin nexweşxaneyeke Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, şandin Rojava.
Cenazeyê şehîd Amir ji Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê derbas bû û gihişt rojava.
Di teqînên li Qamişlo de 4 sivîl şehîd bûn zêdetirî 40 kes jî birîndar bûbûn.