Li Koban û Tirbespiyê 2 şehîd hatin oxirkirin

Ji bo cangoriyên Berxwedana Rûmetê îro dîsa merasîm hebûn.

Li Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Edhem Bozan ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Dîcle hate oxirkirin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bi merasîmekê cenazeyê şehîd Xalid Mehmûd Mihemed ku di teqîna li bajarê Qamişlo de şehîd bûbû spartin axê.

Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berkat û hevseroka Meclisa Rêveber a rêveberiya xweser Bêrîvan Xalid di merasîma sersaxiyê de axivîn û peyam dan ku ew ê li dijî êrîşan bi her awayî li ber xwe bidin.

Leave a Reply

Back to top button