Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir.
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:”Emê xeyalên şehîdan ên avakirina welatekî ewle pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Qadir Rojava dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, bi giranî birîndar bûbû û di encamê bîrîndariyê de şehîd bûye.
Di daxuyaniya QSD’ê de li ser têkoşîna şehîd Qadîr Rojava wiha hat gotin:
“Heval Qadrî di karê xwe de pispor bû. Beşdarî pêngavên hêzên me yên li Dêrazor û Eyn Îsa bû.
Di bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de cih girt.
Di nava şer de herdem pêşeng û fedakar bû.
Bi rihê xwe yê hevaltiyê yê bilind dihat naskirin.”
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Qadir Rojava û malbatên şehîdan re hat xwestin û soz hate dayîn ku dê xeyalên şehîdan ên avakirina welatekî ewle pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Qadir Rojava
Nav û Paşnav: Raqî Mûsa
Navê Dayikê: Neîme
Navê Bav: Milhim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, 2001
Dîroka Şehadetê: 29’ê Nîsana 2024.