
Bi pêşengiya Platforma Defend Rojava, wê di 5 û 6’ê Kanûnê de Meşên Berxwedan û Yekîtiya Netewî werin lidarxistin.
Platforma ji bo parastina Rojava û pêşîgirtina qirkirina etnîkî û dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûna meşê kir.
Platforma Defend Rojava ango Rojava Biparêzê ku ji 77 sazî û rêxistinên Kurd, Asûrî, Êzîdî, Elewî, Ermenî, Misilman, Xiristiyan, jin û ciwanan pêk tê, li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî daxuyanî da.
Platformê destnîşankir ku plana dewleta Tirk ya 9’ê Cotmehê da destpêkirin, ne tenê li dijî Rojava, li dijî hemû Kurdistanê paqijiya etnîkî ya gelan e û got, “Ev êrîşeke topyekûn ya li dijî statû û destkeftiyên gelê me ye.”
Platformê ragihand ku di 5 û 6’ê Kanûnê de ji Lozanê ber bi Cenevreyê meşeke dirêj pêk bînin û di 7’ê Kanûnê de jî ev meş wê bi komîteyên hevbeş li tevahiya cîhanê werin lidarxistin.
DEFEND ROJAVA: LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ TEVLÎ MEŞÊ BIBIN
Defend Rojava da zanîn ku meşa dirêj wê bi navê Meşên Berxwedanê û Yekîtiya Netewî werin lidarxistin û tevî nûnerên sazî û partiyên Kurdistanê wê akademisyen, rewşenbîr û hunermend jî cîh bigirin.
Platforma Defend Rojava got, “Em ê ji bo xwedîderketina gel, rûmet, axa welat, yekîtiya netewî û rihê berxwedanê bimeşin” û bang li her kesî kir ku li dijî qirkirina etnîkî û dagirkeriya dewleta Tirk tevlî meşê bibin.