Şerê li şerîda Xezayê: 212 roj

Di 212 rojên li Şerîda Xezayê de şer û alozî berdewam dike.
Li aliyekî Misrê hewlên agirbestê li aliyê din jî Hemasê bi roketan êrîşî Îsraîlê kir.
Piştî êrîşa roketan a Hemasê Îsraîl dergehê Kerem Şalom ku alîkariya mirovî derbas dibû girt.
Her wiha artêşa Îsraîlê îro bang li niştecihên bajarê Refehê yê Filistînê kir ku demildest herêmê vala bikin.
Her wiha yek jî lîderên payebilind ên Hemasê derbarê banga Îsraîlê ya valakirina Refahê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Hemasê de hat diyarkirin ku valakirina Refahê pêşketinek xeter e û dê encamên wê hebin.

Şerê li Şerîda Xezayê 212 rojin didome.

Her çendî li Misirê hewldana agirbestê hebe jî ev yek bi şênberî xuya nake.

Îsraîl diyar kir ku ew daxwazên Hamasê yên ji bo bidawîkirina şerê Xezayê qebûl nakin.

Hîna li Misirê danûstandinên agirbestê û serbestberdana dîlên Îsraîlî dihat dikirin, êrîşên Hemasê pêk hat.

Hemasê li Xezayê roket avêt Îsraîlê

Baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi roketan êrîşî baregeheke artêşa Îsraîlê ya li nêzî deriyê sînor kiriye, lê piştrast nekir ku roket ji ku hatine avêtin.

Bijîşkên Filistînî diyar kirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser maleke li Refahê de, demeke kin piştî êrîşa Hamasê, 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa bi rokêtê ya ji aliyê Hamasê ve ji Şerîda Xezayê hat kirin, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan deriyê sînorî yê Kerem Şalom girtiye.

Medyaya Îsraîlê: 10 kes birîndar bûn

Li gorî medyaya Îsraîlê, herî kêm 10 kes birîndar bûne ku birîna hinekan giran e.

Dergeha Kerem Şalom yek ji wan rêyên kêm e ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezayê tê bikaranîn.

Îsraîl dergehê kerem şalom girt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 10 roket ji herêmeke nêzî deriyê Refahê ya li başûrê Xezayê ku bi qasî 3,6 km dûrî Kerem Şalomê ye hatin avêtin.

Li gorî artêşê, ev roket ji herêmeke ku bi qasî 350 metre dûrî wargeheke sivîlan e hatine avêtin.

Artêşê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlî pişt re li rampa ku roket jê hatine avêtin û avahiyeke din a leşkerî ya li derdorê xistine.

Îsraîl bang li niştecihên Refahê kir ku heremê vala bikin

Li gorî nûçeya AFP’ê, artêşa Îsraîlê îro bang li niştecihên bajarê Refehê yê Filistînê kir ku demildest herêmê vala bikin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got:

“Artêş bang li kesên li hin herêmên Refehê ya Filistînê dike ku xwe bigihînin Xan Yûnisê.”

Artêş dê bi dijwarî li rêxistinên terorîst ên ku heta niha li cihê xwe mane bide.

Çi kesên ku nêzî rêxistinên terorîst bin, wê jiyana wan û ya malbatên wan di xetereyê de be.”

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku dê operasyona wê ya li Refehê diyarker û demkî be.

Hemas: Banga Îsraîlê ya valakirina Refahê pêşketinek xeter e

Her wiha yek jî lîderên payebilind ên Hemasê derbarê banga Îsraîlê ya valakirina Refahê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Hemasê de hat diyarkirin ku valakirina Refahê pêşketinek xeter e û dê encamên wê hebin.

Lîderê Hemasê anî ziman ku di kiryarên Îsraîlê de berpirsyariya rêveberiya Amerîkayê jî heye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, hejmara mirovên li Refahê dijîn derdora 1,2 mîlyon kes e.

Piraniya wan kesên ku ji ber şerê heft mehan di navbera Hemas û Îsraîlê de ji deverên din ên Şerîda Xezayê koçber bûne.

Şerê navbera Îsraîl û Hemas: 211 roj

Back to top button