SOHR: 6750 çeteyên Sûrî yên Tirkiyê li Lîbyayê ne

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku heta niha bi hezaran çeteyên Sûrî li Lîbyayê hene.

Çavdêriyê bi daxuyaniyekê teqez kir ku derdora 6750 çeteyên Sûrî li ser xaka Lîbyayê ne û diyar kir ku ji nîvê Mijdara 2020’an û heta niha, Tirkiye nifşekî çeteyan ji Lîbyayê vedigerîne û nifşekî din dişîne şûna wan.

23 Kanûna borî, dema ku komîteya leşkerî ya Lîbî ji bo rawestandina şer û derxistina çeteyan ji Lîbyayê, ku li cinêvê îmze kiribû, bi dawî bû.

Lê çavdêriya Sûrî 12 Sibatê ragihand, ku Tirkiye nifşekî nû, ku bi dehan çeteyan dihewîne, ji bo şandina Lîbyayê, amade dike.

Back to top button