
Dîsa li Kampa Holê 2 penaberên Iraqî hatin kuştin, her wiha penaberî din, li gel koçbereke Sûrî jî bi guleyan birîndar bûn.
Rêveberiya Kampa Holê ragihand ku vê Sibehê termê 2 penaberên Iraqî yên bi navê Heysem 25 salî û Xidir Ehmed Ebdilselam 24 salî, hatin dîtin.
Her wiha, hêzên Asayîşê penaberekî Iraqî Yûsiv Racih Hacî yê 19 salî û koçbereka Sûrî Wicûd Newaf El-Niîmî ya 17 salî ku bi guleyan birîndar bibûn, dîtin.
Li gorî Rêveberiya Kampê, ev kuştî û birîndar di heman konî de yê beşa yekê de bûn.
Duh jî, hêzên Asayîşê termê penaberekî Iraqî bi navê Sêf Ebdilacil yê 21 salî, dîtibû.