Amerîka 2 kesayetên Pasdarên Îranê xistin lîsteya reş

Rêveberiya Biden ser daxwaza 140 Komarparêz û Demokratî, 2 kes ji Pasdarên Îranî derbasî lîsteya reş kirin.

Rêveberiya Amerîkayê ya nû ragihand ku 2 kesayetên payebilind ên bi navê Elî Hemtiyan û Mesûd Safedarî xistin lîsteya reş.

Ev herdu kes bi “Binpêkirinên Mafên Mirovan” ên xwepêşandanên sala 2019 û 2020, hatibûn tawanbarkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken bi daxuyaniyekê ragihand ku ev kesayet tevî malbatên xwe, êdî ji bo derbasbûna DYA’ê jî, hatine qedexekirin.

Blinken teqez kir ku, ew ê ji bo cezakirina hemû kesên mafên mirovan binpê dikin, her di nava tevgerê de bin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku ev yekem car e, Rêveberiya Biden cezayan li dijî Îranê dibire, nexasim ku niyeta wê ya vegera li bernameya nuklerî di rojevê de ye.

Back to top button