Hizbullah: Me li Kefer Şubayê karwaneke leşkerî ya Îsraîlê kir armanc

Li başûrê Lubnanê şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de didome.
Hizbullahê ragihand ku li dijî karwaneke leşkerî ya Îsraîlê kemîn danîne û di encamê de 2 wesayît hatine îmhakirin.
Her wiha îro jî artêşa Îsraîlê ji ber êrîşa karwanê leşkerî balafirên şer ên Îsraîlê binesaziya Hîzbullahê bombebaran kir.

Hizbullahê ragihand ku şeva Pêncşemê karwaneke leşkerî ya Israîlî li girên Kefer Şubayê kir armanc.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama kemînê de 2 wesayitên Îsraîlê hatin îmhakirin.

Hat diyarkirin ku çekdarên Hizbullahê li nêzî Ruweysat El-Alemê kemîneke curbicur bi mûşek, top û roketan li ser karwanekî amade kirine.

Daxuyaniya Hizbullahê de wiha hat gotin:

“Konvoy bi fuzeyên rênîşander, top û roketan hat hedefgirtin û di encamê de 2 wesayît hatin îmhakirin.

Dijmin ji bo ku windahiyan paşve bikişîne hewl da perdeyeke dûmanê ava bike.”

Artêşa Îsraîlê li Başûrê Lubnanê binesaziya Hizbullahê xist

Piştî ku Hizbullahê ragihand ku li herêmên navborî karwaneke leşkerî ya Îsraîlê kiriye armanc û artêşa Îsraîlê jî îro ragihand ku binesaziya Hizbullahê li Kefer Şûba û Markaba li başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî 2 moşekên dijî tankê ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, balafirên şer ên Îsraîlê binesaziya Hîzbullahê bombebaran kir.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Li herêma Şebaa’yê ya li başûrê Lubnanê top û tankan bersiv dan çavkaniyên êrîşan.”

Her wiha doh jî artêşa Îsraîlê derdora bajarokên Ayta El-Al Şaab, Ramiya, Jebel Balat û Halle Verde zêdetirî 13 êrîşan pêk anîn.

Hejayî bibîrxistinê ye ku li Lubnanê di dema ku zêdetirî 100 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn, li Lubnanê herî kêm 380 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîl li dijî başûrê Lubnanê operasyona leşkerî ragihand

Back to top button