Şî Cînpîng: Divê Çîn û Amerîka bibin hevkar

Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng, di hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken de anî ziman ku her du welat tevî ku ‘gelek pirsgirêk hene jî’ divê ‘bibin hevkar.

Li gorî televizyona dewletê ya CCTV’yê Şî Cînpîng di hevdîtina li gel Blînken a li Qesra Gel a Pekînê de diyar kir ku ji dawiya sala 2023’yan û vir ve her du welatan ‘pêşketineke erênî’ kirine.

Serokkomarê Çînê derbarê hevdîtina dualî de got:

Gelek pirsgirêk hene ku divê werin çareserkirin û hîn jî hewldanên zêdetir pêkan in.

Ji bo têkiliyên dualî min sê prensîbên sereke daniye pêşiya xwe: ji hev re rêzgirtin, hevjiyana aştiyane û hevkariya serketinê.”

Şî Cînpîng ji Blinken re got:

“Çîn wê bi dîtina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ku ji xwe bawer, vekirî û pêş dikeve kêfxweş bibe.”

Cînpîng, diyar kir ku divê her du welat hevkar bin û got:

“Em hêvî dikin ku Amerîka jî bi awayekî erênî li pêşketina Çînê binêre.

Dema ev pirsgirêka bingehîn çareser bibe, têkilî bi rastî dikarin bi istîkrar bin û pêş bikevin.”

Back to top button