Corona hîn bi dawî nebûye û roj bi roj hîn zêdetir belav dibe..
Ji bo wê Komîteya Tenduristiyê ya Dêra Zorê bang li şêniyan kir ku xwe biparêzin û tedbîrên xwe bigirin.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Salim diyar kir ku li herêmê jimara pêketiyan zêde bûye.
Mihemed El-Salim sedema zêdebûna belavbûna zêde a vîrûsê jî spart ne girtina tedbîran li hember wê û banga xweparastinê li şêniyan kir.
Mihemed El-Salim got: ”Li herêma Kuber jimara pêketiyan zêde dibe û ji ber ku klînîka berê ne di xizmetê de ye, klînîkek tendirustiyê tune ye.
Me ji Rêveberiya Xweser xwestiye klînîkeke tenduristiyê bê avakirin û çend rojên pêş de em ê dest bi avakirina wê bikin.”
Heta niha li herêmê 37 hezar û 35 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 480 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 508 kes jî baş bûne.