Nûra Hamid banga vekirina deriyê sînor ê Til Koçer kir

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra Hamid banga vekirina deriyê sînor ê Til Koçer li Rêxistinên Mafên Mirovan kir.

Nûra Hamid anî ziman ku girtina deriyê Til Koçer barê penaber û koçerên li herêmê zêde dike û got:

Ji ber êriş û dagirkeriya Tirkiyê gelek kes koçber bûne..

Jimara di kampan de zêde bûye û pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn hene.

Bi girtina deriyê sînor re, penaber û koçber bi kareseteke mirovî re rû bi rû ne.

Nûra Hamid anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ji aloziya aborî ya li welat bandor bûye û got:

Rêveberiya Xweser li hemeberî vê rewşê tedbîr girtin.

Lê ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramberî lîreya Sûriyê hemû tedbîr bi astengiyan re rû bi rû man.

Di dawiyê de Nûra Hamid bang li NY’yê û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku zextê li dewletên aktîf bike da deriyê Til Koçer were vekirin.

10’ê Tîrmeha 2021’ê Rûsya û Çînê veto bi kar anîn da alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînor ê Til Koçerê derbasî herêmê nebin.

Back to top button