QSD: Li gundewarê Dêra Zorê çeteyek hat girtin

Di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê, Yakîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê çeteyek DAIŞ’ê, li gundewarê Dêra Zorê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat hat diyarkirin ku,

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên li djiî DAIŞ’ê de, Yekîneyên Antî-Teror YAT’ê, bi hevkariya Hêzên Dij-teror ên Herêma Başûrê Kurdistan CTG û bi destekdayîna Koalîsyona Navdewletî, roja înê 26’ê Gulanê operasyonek pêk anî.

Operasyon li gundê El-Bûnêtil ê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk hat.

Di encamê de, çeteyekî DAIŞ’ê ku desteka şaneyên terorîstî li herêmê dikir, hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD eşkere kir, di operasyonê de jimarek çek û alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Dawiyê QSD’ê ragihand ku dê hêzên wan heta tunekirina DAIŞ’ê, têkoşîna li dijî wê û parastina aramî û ewlehiya herêmê bidomînin.

Back to top button