Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên rojavayê Girê Spî topbaran kirin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Qizelî, Bîr Ereb û Qirunful, Kopirkil û Evdiko yên rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qizelî, Bîr Ereb, Qirunful, Kopirlik û Evdilo yên rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin girtin.

Her wiha li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk li gundê Dawidiya Mele Silêman ê navçeya Til Temirê û xeta bajarokê Zirganê zêde bûye.

Back to top button