Mesrûr Barzanî ji bo rawestandina hilbijartinê gilî kir

Çav li rêye ku di 10’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoyê were lidarxistin.
PDK’ya ku naxwaza tevlî hilbijatinê bibe ji bo parşxistina dema hilbijatinê derî bi derî digerin.
Di demekî de ku Nêçîrvan Barzanî li ser mijarê çibû Îranê, Mesrûr Barzanî jî li Dadgeha Federal ya Iraqê ji bo paşxistina hilbijatinê gilî kir.

Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên dewra şeşemîn ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê rawestîne.

Çav li rêye ku di 10’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoyê were lidarxistin.

Lê PDK’e dibêje ew beşdarî hilbijartinê nabe.

Her wiha ji bo paşxistina hilbijatinê ketiye nava tevgerê.

Di demekî de ku Nêçîrvan Barzanî ji bo paşxistin hilbijatinê çûye Îranê, Mesrûr Barzanî jî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî kir.

Di nivîskiya gilînameyê ya Barzanî de wiha tê gotin:

“Biryara Dadgeha Federal ya dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 bazinên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.”

Ev gilîkirina Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku berî niha Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û berpirsên PDK’ê Dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeheke nedestûrî û siyasî binav kiribûn.

Her wiha van kesan di heman demê de dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeha Sewre ya rejîma Baas binav kiribû.

Binketineke mezin li benda PDK’ê ye

Li gorî çavdêrên Siyasî PDK’e ji ber tirsa xwe ya windakirina kursiyan naxwaze tevlî hilbijatinê bibe.

Lewam rayedarên PDK’ê di her daxuyaniyên xwe de îsrara xwe ya ji bo paşxistina hilbijartinê tînin ziman.

Aliyên YNK’ê jî dibêjin ew ne alîgirên paşxistina hilbjatinê ne û divê hilbijatin di demê xwe de were lidarxistin.

Bafil Talebanî wê li ser mijara hilbijartinê bi rayedarên Amerîkî re bicive

Hêjayî gotinêye ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî îro danê êvarê bi serdanekê gihişt Washingtonê.

Li gorî agahiyan biryare li ser rewşa Herêma Kurdistan, Iraqê û hilbijartinên parlamentoyê bi rayedarên Amerîkî re bicive.

Back to top button