Serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê di meha 4’an de dewam dike.Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştgirî û destekdayîna xwe ya bi vê sehildanê re didomînin.Lewma 26 Kanûnê wê li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo mîtîngek pêk were.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo banga tevlîbûna mîtîngê kir.
Ev bêtirî 3 meh in, serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dar e.
Keziyên jina kurd Jîna Emînî erşê melalî û paşverûdiya dewleta Îranê hejand.
Serenavê wê jî Jin, Jiyan, Azadî lê kir.
Xwediyê vê felsefeyê rêber Apo, bi salan e li dijî pergala zilamperestî û desthilatdariyê, jin birêxistin, artêş û partî kir..
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo eşkere dike ku serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê encama têkoşîna jinên kurd ê bi salan e.
Dewleta Îranê bi girtin, kuştin û darvekirinan hewl dide serhildana jinan têk bibe.
16’ê Kanûnê bijîşka bi navê Ayda Rûstemî ya ku birîndarên serhildanê derman dikir, hate kuştin.
Rîhan Loqo di vê derbarê jî dibêje: Wê bi van kirinan nikaribin dengê jinan biçewisinin.
Rihan Loqo: Tevlî mîtînga 26’ê Kanûnê bibin
Ji bo silavkirin û piştgiriya serhildana jinan li rojhlatê Kurdistan û Îranê Jinên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dê 26 Kanûnê mîtîngekê li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar bixin.
Ji rojavayê Kurdistanê heta bi rojhilatê Kurdistanê pira têkoşîna jinan stûntir dibe.