Li Til Temirê komîteyên awarte şewatek vemirand

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, agir bi zevîkî gundê bajêrê Til Temirê ket.
Tîmên awartê ên agir kujê yên bajarê Til Temirê ew agir vemirandin.

Komîteyên Awarte yên bajarê Til Temirê, agirê ku bi zeviyê gundê Meslta ketibû vemirandin.

Komîteyê diyarkir ku agir ji aliyê gundê Menax ê li ser eniya şer ê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, dihat.

Lê piştî destwerdana tîmên agirkujiyê agir hate vemirandin.

Komîteyê destnîşankir ku rûbera zeviya ku hatiye şewitandin 10 donim e û ji duh ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi gelek zeviyên li herêmê xistine.

Back to top button