TEV-DEM: Piştî dîsa berjewendiyên wê pêk nehatin, rejîm dibêje Kurd ne Sûrî ne

TEV-DEM’ê şehîdên serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê bi bîr anîn û komploya rejîma Baas li dijî gelê Kurd şermezar kir. Her wiha diyar kir ku ” Çareserî li Sûriyê bi projeyên Rêveberiya Xweser pêkan e, ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên teror tune kirine.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) salvegera 16’an a serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişlo bi bîr xist û daxuyaniyek nivîskî da raya giştî.

Daxuyaniyê bal kişand ser komploya plankirî ya li dijî gelê Kurd, ku rejîma Baas dixwest nasnameya Kurdên li Rojava û Sûriyê tune bike.

Lê ew bûyer veguherîn serhildana gel li hember komplogerên Baas ên şofînîst.

TEV-DEM’ê diyar kir ku, di encamê berxwedana gelê Kurd de, serhildan li tevahiya bajarên Rojava belav bû û asta bandora rejîma Baas bi ya Tirkî li gel lihevkirina Adanayê, eşkere kirin.

Der barê axaftina serokê rejîma Sûrî Beşar el-Esed de, TEV-DEM destnîşan kir ku, piştî rejîm nikarî vîn û yekîtiya gelan têk bibe, hewl da fitnê di navbera pêkhateyan de biçîne.

Her wiha piştî nikarîbû êlan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, daxuyaniyên li dijî Kurdan dide û dibêje Kurd ne ji Sûriyê ne.

Li gorî TEV-DEM’ê, ev daxuyanî nakevin xizmeta çareseriya Sûriyê û çareserî ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên teror tune kirine ye, gelê ku gelek destkeftî bi dest xistin û yekîtiya axa Sûriyê ji bo Sûriyeyek demokratîk ne navendî parastin.”

Back to top button