KNK’ê: Osman Kose ne dîplomat bû, endamekî MÎT’ê bû

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî herdu ciwanên Kurd ku ji ber kuştina rêveberê MÎT’a Tirk hatine girtin û li Hewlêrê cezayê darvekirinê li wan hatiye birrîn, daxuyaniyek da û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji vê biryara xwe vegere û bercewandiyên gelê xwe esas bigire.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî cezayê darvekirinê yê li ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksîz ku li Başûrê Kurdistanê hatiye birrîn û şert û mercên ragirtina wan, daxuyaniyek da.

KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Osman Kose yê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê hate kuştin, eşkere bû ku ne dîplomatek e, lê belê berpirsyarekî MÎT’ê ye û di rêxistina gelek êrîş û sûîkastên li dijî endam û rêveberên Şoreşa Kurdistanê de cih girtiye.

KNK’ê bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku li ciwanên Kurd ên welatparêz hatiye birîn û weha got:

Diyar e ku Dadgeha Hewlêrê rewşa gelê Kurd, êrîşên dewleta Tirk û rewşa van malbatan li ber çavan negirtiye.

KNK’ê: Nabe welatparêzên Kurd bi destê Kurdan bêne bidarvekirin

Dema dadgeheke Kurdistanê cezayên bi vî rengî bide, dilê welatparêzan dişewîtîne û dilê dijminan xweş dike.

KNK’ê teqez kir ku nabe welatparêzên Kurd, ji ber sedemên bi vî rengî, bi destê Kurdan bêne bidarvekirin.

KNK’ê: Em bawer dikin ku rayedarên Başurê Kurdistanê wê vê biryarê sererast bikin

KNK’ê bang li rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku, vê biryarê sererast bikin û jiyana van mirovan biparêzin û weha daxuyaniya xwe bi dawî kir:

Ev ne tenê xwestina me ye, xwestina hemû welatparêzên Kurdistanê ye. Em bawer dikin ku rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê, wê dengê me bibihîsîn û vê biryarê sererast bikin.

Her wiha em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên medenî û gelê Kurd dikin ku di vî warî de hestyar bin û xwedî helwest bin.

Back to top button