Nûnerê “NY” yê taybet bi Lîbyayê: Tê payîn hilbirîna petrolê dîsa vegere

Şandeya NY ya li Lîbyayê hewl dide beravên petrolê yên girtî careke din veke.

Duh nûnerê NY yê taybet bi Lîbyayê Xesan Selama ragihandibû ku “tê payîn serokêlên rojhilatê Lîbyayê mercên xwe ji bo vekirina van beravên girtî pêşkêş bikin.

Weke tê zanîn, ev dorpêç ji aliyê van serokêlan bixwe hatiye pêkanîn û li gorî çavkaniyeke dezgeha netewî ya petrolê, vê yekê hilberîn daxistiye 204 hezar bermîlî.

Selama ji bo vê jî, banga berdewamkirina hinardeyên petrolê kir ku rewş ne baş e û Lîbiyan pir ziyan dîtine û divê bilez hilbirîna petrolê vegere.

Nûnerê NY, her wiha bal kişand ser danûstandinên Lîbî-Lîbî yên neyekser û got ew hema hema ber bi hev de tên.

Li gorî çavkaniyeke Îmaratî, şandeya artêşa niştimanî ya li Civênê, li ser 3 tişan kiriye rik, di nav de helandina komên çekdar ên hikumeta Wîfaqê û derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê.

Back to top button