Li seranserî herêmê salvegera fermana 74’an a li ser Civaka Êzidî hate şermezar kirin

Bi wesîleya salvegera êrişa li ser Şengalê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de bang hate kirin ku sînorek ji êrişênTirkiyê û hevkarên wê re were danîn û xweseriya Şenglê jî were naskirin.

Di salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li ser civaka Êzidî de gelek çalakî li herêmê hatin lidarxistin û şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Kombûna Jinên Zenûbiya li Mibicê bi daxuayniyekê fermana 3’ê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî şermezar kir.

Kombûnê diyar kir ku di êrişa li ser civaka Êzidî de bi hezaran zarok, jin kal û pîr hatin kuştin û revandin û hat gotin ku armanca fermanê qirkirina Êzidiyan, ol û baweriya wan bû.

Kombûnê di dawiyê de bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û piştgiriya xwe ya bi civaka Êzidî re ragihand.

Li Minbicê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da.

Meclisê da zanîn ku heya niha bi hezaran jinên Êzidî di nava destên DAIŞ’ê de û çarenûsa wan nayê zanîn û got:

“Bi hezaran Êzidî li ser destê DAIŞ’ê hatin kuştin û revandin.”

Meclisê bang li her kesî kir ku li rex civaka Êzidî bisekinin û mafên wan biparêzin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê bi daxuyaniyên cuda fermana 3’ê Tebaxê şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de hate got:

“Dewleta Tirk serkêşê komkujî, kuştin û revandina bi hezaran Êzidî ye.

Tirkiyê heya niha jî siyaseta qirkirinê li herêmê û derveyî wê dewam dike.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî hat kirin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deynin.

3-8-2022-shankaal-tabqa

Dîsa li Tebqayê bi heman armancê semînerek derbarê komkujiya li Şengalê de hate li darxistin.

Bi dehan welatî û endamên saziyên sivîl beşdarî bûn.

Piştî semînerê sinevizyonek li ser fermanê hate pêşandan.

Li aliyekî din li Şehbayê pêşengehek hate vekirin û daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Êzidiyan ve hate dayîn û wiha hete gotin:

Yekîtiya Êzidiyan di dawiyê de bang li gelên aştîxwaz kirin ku bi civaka Êzidî re li dijî van ferman û êrişên qirkirinê bisekinin.

Li Dêra Zorê jî Kombûna Jinên Zenûbiya bi daxuyanîyekê komkujiya Şengalê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin komkujî li ber çavên civaka navnetewî û Cîhanê hate kirin, û hate xwestin xweseriya Şengalê bê naskirin û rê li ber komkujiyên nû were girtin.

Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê li Qamişlo daxuyanî dan.

Daxuyanî li ber navenda NY hate dayîn.

Di daxuyaniyê de qurbaniyê komkujiyê hatin bibîranîn û wiha hate gotin:

Yekîtiya Êzidiyan di dawiyê de bang kir ku qada ezmanî ya herêmê were girtin da ku heman karesat dibare nebe.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî li Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê jin Êzidî yên dîl girtine li bazaran firotine û wiha hate gotin:

“Gerîla, YPG û YPJ’ê bi hezaran Êzidî ji qirkirinê xilas kirin.

Di dawiyê de banga li saziyên mafên mirov û civaka navneteweyî hate kirin ku li Şengalê xwedî derkevin.”

Back to top button