Jimara qurbanan li Çînê ji ber virusa Corona , bû 636 kes

Bîlançoya qurbanên virusa Corona her roj bilindtir dibe, herî dawî li Hobby 69 kesên din ji ber virusê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku desthilata parêzgeha Hobby ragihand ku 69 kesên din bi virusa Corona mirine, Bîlançoya qurbanên vê virusê li Çînê derket 636 kesan.

Komîteya Tenduristiyê ya Hobby jî di rapora xwe ya rojane de ragihand ku 2 hezar û 447 kesên din nû bi virusê ketine .

Bi vê yekê jî, jimara giştî ya kesên pêketî, dibe 30 hezar.

Herî dawî dezgehên Çînê, ragihand ku bijîşkê ku ev virus vedîtiye jiyana xwe ji dest da.

Derbarê mirina wê bijîşkî de desthilata Çînê dest bi lêkolînê kir.

Berî derketina vê virusê bi çend hefteyan vî bijîşkî deshilata Çînê hişyar kiri bû.

Her wiha Îtalyayê jî ragihand ku jimara kesên li welêt bi virusê ketine derket 3 kesan, piştî ku du geştiyarên Çînî hefteya borî pê ketibûn .

Back to top button