Li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê wê li Swîsreyê zêdetirî sed kesayet dest bi meşeke dirêj a 4 rojan bike.
Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan wê ji bajarên cuda yên Ewropayê li dijî komploya 15’ê Sibatê li hev kom bibin.
Zêdeyî sed kesayet bi silogana “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” ji bajarê Cenevre heta Baselê wê 4 rojan bimeşin.
Meşa dirêj wê 10’ê Sibatê roja Duşemê dest pê bike û heta 14’ê Sibatê bi dawî bibe.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku, ji bo avakirina yekîtiya netewî û azadkirina Rêber Ocalan divê her kes piştgiriya meş bike.
Bernameya meşa dirêj wiha ye:
Li Cenevereyê
10’ê Sibatê,
Seat 13:30,
cih li pêşiya boruya cenvreryê ya NY.
Li Lozanê
11’ê, sibatê
seat 12.30,
cih li palce de riponne.
Li Bern
12’ê Sibatê
seat 12:00
cih li weissenhusplatz.
Li Basel
13’ê Sibatê
seat, 13.00
cih dreirosenbruck.
Li Strasbourgê.
14’ê Sibatê