Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, dewleta Tirk çalakiya Dayikên Şemiyê ya bi dixwaza aqûbeta xizmên xwe ku li Stenbolê lidardixin, asteng dike.
Di vê hefteyê de jî Dayikên şemiyê ji aliyê polîsên rejîma faşîst a Tirk ve hatin astengkirin û dorpêçkirin.
Polîsan dayik û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 20 kes binçav kirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin, xwestin di hefteya 950’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin.

9 hefte ye polîsên rejîma faşîst a Tirk tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan çalakiyê.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi gulên di destên xwe de li Cadeya Îstîklalê ber bi Qadê ve meşiyan.

Polîsan destûr nedan daxuyaniyê û dayik dorpêç kirin

Polîsan li Qadê dayikan û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin.

Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakî û daxuyaniyê.

Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin.

Em ê qasek din werin destgîrkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”

20 Kes hatin destgîrkirin

Polîsên faşîst Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 20 kes binçav kirin.

Welatiyek nêzî qadê bertek nîşanî zext û girtinan da û got: “Dayikên Şemiyê 28 sal in li vir li aqûbeta zarokên xwe dipirsin.

9 hefte ne, tên binçavkirin Tenê edaletê dixwazin.”

Paşê polîsan li vî welatiyî da û ew jî kirin binçavan.

Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

Back to top button