Cenazeyê şehîd Zinar Efrîn li Şehbayê hat oxirkirin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl bi nasnav Zinar Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, di encama kirîza dil de şehîd bû. Îro bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zinar Efrîn oxir kir.

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zinar Xelîl bi merasîmekê oxir kir.

Di merasîmê de soza şopandina rê ya şehîdan hat dayîn û hat gotin:

Fedakariya şehîdan rê li her planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dagirkirina tevahiya xaka Sûriyê girtin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kir.

Back to top button