Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû

Dihat payîn ku doh li Bajarê Hesekê dewriyeyên hevbeş ya Rusî û Tirkî pêk were, lê ji ber rewşa li Idlibê dewleta tirk tevlî dewriyê ne bû, ji ber vê yekê dewriya bê dewleta tirk pêk hat.

Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan yê li Sûriyeyê Yûriy Borenkov, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku polîsên Rûs bi tena serê xwe ev dewriye pêk anîn.

Borenkov, diyar kir ku polîsên wan dewriyeyên xwe li Kobanê jî didomînin û li gorî lihevkirina wan bi dewleta tirk re tev digerin.

Ev ne cara yekê ye ku, dewleta tirk beşdarî dewriyeyên hevbeş nabe, berî niha bi çend rojan bi heman bihaneyê tevlî dewriya hevbeş ya Kobanê jî ne bû.

Back to top button