Fransa keştiyên şer dişêne Yunanîstanê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştgiriya Yewnanistanê li dijî Tirkiyê bike, soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî da.

Rojnameya The Guardian a Bêrîtanî bi raporekê ev peymana di navbera Fransa û Yundanîstanê de eşekre kir.

Li dijî polîtîkayên dewleta tirk yên dagirkeriyê, welatên Ewropa tifaqên nû ava dikin.

Li gorî rapora rojnameya The Guardian a Brîtanyayê, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis biryara Fransayê ya şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Mitsotakis keştiyên Fransayê bi “mîsogerên aştiyê” bi nav kirin.

Piştî ku hevdîtin bi serokê Fransayê Emmanuel Macron, Mitsotakis ji rojnamevanan re axivî û wiha got:

Tekane rê ji bo bidawîkirina şerê li rojhilatê Deryaya Spî, edaleta navdewletî ye.

Dê Yewnanistan û Fransa ji bo parastina stratejîk siyaseteke nû bimeşînin.

Serokwezîrê Yewnanistanê ji bo qezenckirina piştgiriyeke zêde ji Yekitiya Ewropayê (YE) serdana paytexta Fransayê Parîsê kiribû.

Têkiliyên dijminane bi Tirkiyê re ji hemû dozên din ên hikumeta Mitsotakis ku nêzî 7 mehan e ava bûye, mijara sereke ya nîqaşan bû.

Rojnameya The Guardian bi bîr xist ku serokê Fransayê Emmanuel Macron soza şandina keştiyên şer ji bo rojhilatê Deryaya Spî da ku piştgiriya Yewnanistanê bike.

Macron dewleta Tirk bi binpêkirina peymanên Konferansa Berlînê ku ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê li dar ket, tawanbar kir.

Macron hevkariya stratejîk a di navbera welatê wî û Yewnanistanê de eşkere kir.

Hêzên deryayî yên Fransayê li Yewnanistanê jî zêde kirin.

Piştî hevdîtina bi serokwezîrê Yewnanistanê re li Parîsê, Macron got dê detayên hevdîtinê di hefteyên pêşîn de diyar bikin.

Dê di navbera wezîrên derve û yên parastinê de li her du welatan, şêwirên bi rêk û pêk li dar bikevin.

Macron diyar kir ku bi hevkarên xwe yên Ewropî re piştgiriya Yewnanistanê û Qibrisê dike.

Her wiha destwerdan û şantaja dewleta Tirk şermezar kirin.

Back to top button