Li Almaniyê bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li Almaniyaê li dijî tecrîda girankî li ser Rêber Apo bi sedan name ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re şandin.

Bi durişmeya “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe qebûl nakin” Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Dûîsbûrgê yê Almaniyê kompaniya xwe li darxistin.

Jinan bi sedan nameyên li dijî tecrîda giran û ji bo azadiya Rêber Apo amede kiribûn ji CPT’ê re şandin.

Jinan destnîşan kirin ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya gelê Kurd qebûl nakin û di her şert û mercî de ji bo azadiya Rêber Apo wê têbikoşin.

Endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ji bo bi dawî kirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang li hemû jinan kirin ku çalakiyên xwe bi domdarî li darbixin.

Li Dortmûnê ji bo azadiya Rêber Apo 450 name ji CPT re hatin şandin

Back to top button