Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Dewleta Tirk li pey rewakirina êrişan e

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê bersiv da idîayên Dewleta Tirk ku dibêje hêzên wan beriya du rojan êrişî navenda Girê SPî ya dagirkirî kirine. Meclisê got, “Armanca dewleta Tirk ji vê yekê rewakirina êrişên xwe yên li ser herêmê ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef ve hate dayîn de ev yek hate gotin; “Dewleta Tirk ku heta niha ji bo êrişêke nû li ser herêmê erêkirineke navnetewî bi dest nexistiye, êdî li pey hêcetên rewakirina êrişên nû ye.”

Riyad Xelef diyar kir ku hêzên wan bi peymana agirbestê girêdyî ne û tenê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Riyad Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk rojane gundên li eniyênşer topbaran dike û ziyanê li welatiyan û malûmilkên wan dike.

Xelef bang li civaka navnetewî û dewletên garantor kir êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rawestînin û rê li ber planên dagirkeriyê bigirin.

Serokê Meclisa Girê Spî ya Leşkerî Riyad Xelef di dawiyê de got, ew ê li dijî êrişên dagireriya Tirk xaka Sûriyê biparêzin.

Back to top button