Îmarat tevahî dergehên xwe yê bi Qeterê re vedike

Îmarat wê hemû rêyên bejayî, hewayî û yên li ser behrê yên bi Qatarê re veke.

Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî WAM a Îmaratê de cih girtî, wê roja Şemiyê hemû rêyên bejayî, hewayî û rêyên li ser behrê veke.

Ev biryar piştî rakirina ambargoya li ser Qeterê ya di navbera Erebîstana Suudî, Îmarat, Misir û Bahreynê de derket.

Ji Hezîrana 2017’an ve welatên navborî ji ber piştevaniya Qeter ya bi terorîstan re di nava aloziyê de bûn.

Ev pêşketin bi zextên DYA yê çêbû.

Roja Duşemê Kuweytê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku wê sînorên xwe yên hewayî û bejahî yên Riyad û Qatarê veke.

Li ser vê wê Qeter jî giliyên xwe yên di asta saziyên navnetewî de yên bi Suudî Erebîsatanê re vekişe.

Back to top button