Bedran Çiyakurd: Divê pejirandineke siyasî çêbe û Rêveberiya Xweser bê naskirin

10 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas dibin bêyî ku çareseriyeke siyasî ya ciddî peyda bibe. Li ser vê yekê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd anî ziman ku eger dawî li dagirkeriya li Sûriyê neyê, ne pêkan e ti çareya siyasî pêk were û got ku “eger vîneke navdewletî hebe, teqez wê alozî bi dawî bibe.” 

Sûriye, ya ku 10 salan rojên herî dijwar jiyaye, niha ji ber hebûna dagirkeriyên mîna Tirkiyê, digel bêçareseriyê rû bi rû maye.

Berî çend rojan, Parlemena Ewropayê di pêşnûmeya bi navê “Şerê Sûriyê-10 Salên Piştî Raperînê” de, gotibû:

“Em hebûna Tirkiyê li Sûriyê weke dagirkerî dibînin. Divê leşkerên xwe jê bikişîne.”

Helwesta Parlamena Ewropî gevek ber bi çareseriya Sûriyê ve ye

Li ser vê yekê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd da xuyakirin ku helwesta Parlemena Ewropayê, gavek ber bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ve ye.

Eger vîneke navdewltî hebe, em bawer in dê dagirkerî bi dawî bibe

Bedran Çiyakurd da zanîn ku heya beşekî Sûriyê li jêr kontrola dagirkeran be jî, ne pêkan e çareya siyasî pêk were û got:

“Eger vîneke navdewletî derkeve holê û ji bo çareseriyê biryara dawîanîna li dagirkeriyê bide, em bawer in dê bi dawî bibe.”

Têkildarî gotina Parlemenê ya, “QSD, hevalbenda me ye”, Çiyakurd anî ziman ku Hevpeymaniya Navdewletî ya ku ji 79 dewletan pêk tê, Hêzên Sûriya Demokratîk hevbend û hevkar dibîne, li ser vê yekê divê destkeftiyên heyî mayînde bibin, pejirandineke siyasî çêbe û Rêveberiya Xweser fermî bê naskirin.

Rûsya dixwaze rejîma Sûriyê bi darayiya Qeterê li ser linagan bihêle

Der barê civîna sêalî ya Tirkiye, Qeter û Rûsyayê ya 11 Adarê de jî, Bedran Çiyakurd axivî.

“Qeterê her û her desteka darayî daye komên rikeber û yên Îslama Siyasî yên li Sûriyê.

Niha jî dixwazin ji bo van koman, ji Qeterê sûdê wergirin.

Rûsya dixwaze bi darayiya Qeterê, rejîma Sûriyê li ser lingan bihêle, da xwe bigihîne herêmên Sûriyê.

Dixwazin li dijî Rêveberiya Xweser raya giştî û dijminatiya Ereban gur bikin.”

Tirkiye bi avakirina baregehan, dagirkeriya xwe mayînde dike

Bedran Çiyakurd bi bîr xist ku Tirkiye ne binêt e ti gavan bi paş de biavêje û ji Sûriyê derkeve, hîna zêdetir hewl dide ku li her devereke dagirkirî, hebûna xwe mayînde bike, mînaka vê jî, avakirina baregeh û cihên kontrolê yên li Serê Kanî û Girê Spî û xeta Eyn Îsayê ye.

Back to top button