Li Fransayê, piştî hevdîtina di navbera Erdogan û Macron de, polîsan avêtin ser mal û komeleyên Kurdan û 12 kes binçav kirin.
Roja Sêşemê, li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên wê Marsîlya û Dragûnyanê polîsên Fransî di saetên serê sibehê de bi ser mal û komeleyên Kurdan de girtin.
Di operasyona li Marsîlyayê de polîsan deriyê Navenda Civaka Kurd Demokratîk (NCDK) şikandin û lêgerîn pêk anîn.
Polîsan her wiha bi ser dikana li rex navendê de û 6 malan de jî girtin û di encama wê de, 6 kes hatin binçavkirin.
Li bajarên din jî operasyonên bi heman rengî pêk hatin û jimar gihaşt 12an.
Ji ber vê yek jî, Kurdên li wir rêya li ber NCDK’ê girt û çalakiya şermezarkirinê pêk anî.
Ev serdegirtin jî piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, pêk hat.