Kongra Star têkildarî bûyera kuştina 2 jinan daxuyaniyek da

Kongra Star a Hesekê û Çilaxa û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyê cûda kuştina her du jinan şermezar kirin û diyar kirin ku wek rêxistineke jinan, xwekuştin û kuştina jinan bi çi navî dibe bila bibe, şermezar dikin.

Ji destpêka şoreşa Rojava ta roja me ya îro ji bo bidestxistina mafên jinan ên azadî û wekheviyê bêguman têkoşînek tê kirin.

Lê tevî têkoşîna ku tê kirin jî, di encama zîhniyeta civakî ya serdest a li ser jinan û zewacên di temenê biçûk de, di bin navê kevneşopên civakê de hîna jin tên kuştin.

Di nava 3 rojan de li bajarê Hesekê û navçeya Çilaxa de 2 jin hatin kuştin.

21’ê Adarê ango di roja Newrozê de jinek li bjarê Hesekê ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin.

Her wiha 23’ê Adarê jina bi navê Nûjîn Xelîl ji ya 20 salî ji aliyê Bavê hevjînê xwe ve hat kutşin.

Kongreya Star a bajarê Hesekê û navçeya Çilaxa têkildarî bûyera kuştina her du jinan daxuyaniyek da.

Kongra Star diyar kir ku wek rêxistineke jinan, kuştina jinan bi çi navî dibe bila bibe, şermezar dikin û got:

Em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku berpirsyarên vê bûyerê werin darizandin.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî jî derbarê mijarê de axivî û wiha anî ziman:

Meclisa Jinan a PYD’ê jî kuştina her du jinan şermezar kir

Meclisa jin a PYD’ê jî bi daxuyaniyekê kuştina her du jinan şermezar kir û dibêje:

Zîhniyeta serdest a mêran ku hebûn û mafên jinan napejirînin û bi desthilatdarî û serweriya xwe ya li ser jinan dixwazin mafên jinan ên hebûn û nasnameyê ku di şoreşê de bi dest xistine, pê bidin windakirin.

Endama Meclisa giştî ya PYD’ê Ahîn Elî jî da zanîn ku wan li dijî tundiya li ser jinê dest bi kampanya ”Bese ji kuştina jinê” re kirine.

Back to top button