Di çarçoveya piştgiriya berxwedana Rûmetê li bajarê Reqayê, ji aliyê Meclisa Ciwanan ve mihrîcanek hat lidarxistin.
Mehrîcan bi dirûşmeya “Bi vîna ciwanan û xwîna şehîdan em ê bi qehremantî û vîna xwe li berxwe bidin heya em armancên gel û şehîdên xwe yên di Berxwedana Rûmetê de bînin cih” pêk hat.
Di mehrîcana li navenda bajarê Reqayê li dar ket, bi sedan ciwanên Reqa, Dêrazor û Tebqa, tevî endamên navendên çandî û xelkên Reqayê amade bûn.
Di mihrîcanê de gelek berhemên hunerî ji stran, şano û helbest ên girêdayî binpêkirinên dagirkeriya Tirk , berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeriyê hatin pêşendan.
Li ser navên Meclisên Ciwanan û Qanûnsaz ên Reqayê axaftin hatin kirin.
Kesên axîvîn teqez kirin ku berxwedan û têkoşîn li hember dagirkeriyê berdewam e heya ku dagirker ji tevahiya xaka Sûriyê derkevin.
Her wiha teqezî li yekîtiya axa Sûriyê, serxwebûna wê û azadiya gelên wê hat kirin.