RÊVEBERIYA XWESER HETA NIHA 500 HEZAR TON CEH Û GENIM WERGIRTIYE

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku miqdarên hilberîna genim ku hatine wergirtin, heta niha gihiştiye 375 hezar ton . Lê rêjeya wergirtina hilberînan di navendên wergirtinê de ji texmînên destpêka mewsimê kêmtir e. Sedema sereke jî şewatên ku di nava zeviyan de rû dan . Rêveberiya Xweser heta niha buhaya miqdarên ku ji cotkaran wergirtine 40 milyar û 500 hezar lîreyên Sûriyê daye cotkaran

Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina berhemên genim û ceh 22 navend vekirin.

Di Hezîranê de û piştî bidawîbûna xebatên sererastkirina depoyên El-Şirkirak û El-Aliya, 2 navendên din li herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina hilberîna genim vekirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku miqdarên hilberîna genim ku hatine wergirtin heta niha gihaştine 375 hezar ton.

Rêveberiya Xweser beşa yekemîn ji buhaya miqdarên ku ji cotkaran wergirtine li ser asta herêmên rêveberiyê dike 40 milyar û 500 hezar lîreyên Sûriyê.

Rêveberiya Xweser buhaya hilberîna genim a ku li navendên xwe wergirtine, di demekê de ku herî zêde 20 rojan ji dîroka wergirtinê dide cotkaran.

Rêveberiyê ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran 200 milyon dolar veqedandibû.

Rêjeya wergirtina hilberînan di navendên wergirtinê de ji texmînên destpêka mewsimê kêmtir e.

Li gorî berpirsan ev tişt vedigere 2 sedeman,

A yekê şewatên ku di nav zeviyan de çêbûne û ya din cotkar hilberînan bi qesda bazirganiyê, êmê sewalan û wek tov ji bo mewsima bê depo dikin.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê zêdetirî 45 hezar hektar zeviyên genim û ceh şewitîne.

Rêveberiya Xweser 4`ê Tîrmehê biryar da alîkariyê bi cotkanrên ku zeviyên wan şewitîn ne re bike.

Wergirtina hilberîna genim ji cotkaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hîna dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button