Di havîna 2022’an de li Ewropa herî kêm 15 hezar kes mirin

2022 ji bo Ewropa yek ji salên herî germ derbas bû.
Germahiya heyî jî bû sedema mirina bi hezaran kesî.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê eşkere kir ku li Ewropa di havîna 2022’an de herî kêm 15 hezar kes mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi wesîleya civîna bilind a avhewayê (COP27) ya li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê tê lidarxistin, têkildarî mirina ji ber germa zêde ya li parzemîna Ewropayê texmînên xwe parve kir.

Havînê bi pêla germê re germahiya hewayê gihîşt asta rekorê.

Li gelek deveran agir bi daristanan ket.

Rêveberê WHO yê Ewropayê Hans Kluge daxuyaniyek weşand û got,

“Li gorî daneyên neteweyî yên hatin weşandin, tê texmînkirin ku sala 2022’an 15 hezar kes ji ber germê mirine.”

Kluge diyar kir, ku li Almanyayê 4.500 kes, li Spanyayê nêzî 4.000 kes, li Brîtanya bêtirî 3.200 kes û li Portugalê jî bêtirî hezar kes mirin û got,

Bîlanço wê girantir bibe.

Li gorî daneyên WHO’yê, di nava 50 salên dawî de li Ewropayê 148 hezar kes ji ber germê mirin.

Tenê îsal bêtirî 15 hezar kes mirin.

WHO ku saziyek a Neteweyên Yekbûyî bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Guhertina avhewayê ji xwe me dikuje, lê belê îro bi çalakiyeke xurtir pêşî li mirina zêde ya mirovan bê girtin.”

Li gorî raporeke NY ku hefteya derbasbûyî hate weşandin, di nava sih salên dawî de germahî 2 qat zêde bûye.

Back to top button