“Jin, Jiyan, Azadî”

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû êrişên rejîma Îranê jî bê navber dewam dikin.
Duh bi şev jî bi hezaran kes daketin kolanan û dijî rejîma Îranê nerazîbûnên xwe anîn ziman.
600 mamostayan bang li rayedarên Îranê kirin hemû xwepêşanderên hatine binçavkirin, werin berdan.

Çirûska agirê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku 16’ê Îlonê pêketî, nêzî 2 mehe dewam dike.

Doh di roja 53’an a çalakiyan de, xwepêşandêr careke din li qadan bûn.

Serhildana li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî hatî despêkirin li seranserî welat belav dibe.

Li bajarê Merîwan dikandaran dikanên xwe venekirin, li Dîwanderê jî heta derengiya şevê kolan di destê jinên ciwan de bûn.

Ciwanan agir pêxistin û bê navber dirûşmeyên dijî rejîmê gotin.

Li bajarên Bokan, Sine, Mahabad, Seqîzê jî duh bi şev bi sedan kes daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Seqizê jî mamostayan bi daxuyaniyekê gefên li ser mamostayan û perwerdeyê, şermezarkirin.

Mamostayan ragihadin ku berpirsên perwerdeyê alîkariya hêzên ser bi desthilatê dikin û ew jî dibistan û mamostayan dikin armanc.

Mamostayan banga berdana xwepêşandêran kirin

Li piraniya zanîngehên Îranê jî çalakî hatin lidarxistin, nêzî 600 mamostayên zanîngehê bi daxuyaniyekê gefên li ser mamosta û xwendekarên zanîngehê şermezarkirin.

Herwiha bang li rayedarên Îranê kirin daku demek ji ya din zûtir xwendekarên hatine binçavkirin berdin û dawî li êrişan bînin.

Xwepêşandanan li bajarên din yên Îranê jî dewam kir.

Tevî hemû êriş û zextên rejîmê xelk daketin kolanan û dijî rejîmê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Ciwanan li ser dîwaran dirûşme nivîsandin, wêneyên rayedarên rejîmê şewitandin û gelek jinên ciwan jî kumê melayan ji serê wan derxistin.

Li bajarê Xaş ya Sîstan û Beluçistanê jî ku di roja Înê de 10 xwepêşander hatibûn kuştin, greva li her du bajaran dewam dike.

Dikandaran dikanên xwe venekirin û neçûn bazarê.

Tevî hemû êrişan jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nerazîbûna xelkê dewam dike.

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heta niha di xwepêşandanan de bêtirî 300 kes hatine kuştin.

Back to top button